Li Zanîngeha Barcelonayê panela li dijî Kurdan
Yekşem 27 Sibat 2022 - 22:33
- Di çarçoveya çalakiyên 8`ê Adarê de xwendekarên Zanîngeha Xweser a Barcelonayê, li Katalanyayê panêleke têkildarî têkoşîna jinên Kurd li dar xist.
Di çarçoveya çalakiyên 8`ê Adarê de xwendekarên Zanîngeha Xweser a Barcelonayê, li Katalanyayê panêleke têkildarî têkoşîna jinên Kurd li dar xist.
Xwendekarên beşên siyaset û sosyolojiyê, komîsyona femînîst û komîteya jineolojiyê li Katalanyayê ev panêl organîze kir.
Di panêlê de dîroka têkoşîna jinên Kurd bi berferehî hate şirovekirin, ji berxwedana zindanan heta bi pêşengiya jinan qonax bi qonax hate vegotin.
Rewşa Rêber Abdullah Ocalan hate nirxandin, gotûbêj hatin kirin.
Bi qasî 50 xwendekarî tev li panêlê bûn.
BARCELONA