Li Spanyayê di hilbijartinên cihî de rastgir bi ser ketin. Serokwezîrê sosyalîst Pedro Sanchez li ser vê encamê parlamen betal kir. Hilbijartinên giştî wê 23'ê Tîrmehê bêne kirin.
Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez bi rengekî surprîz eşkere kir ku di 23'ê Tîrmehê de wê hilbijartinên giştî bêne kirin.
Beriya wê partiyên muxafezekar di hilbijartinên şaredariyê û herêman de li hemberî çepgiran bi ser ketin.
Sanchez got, biryara ji bo betalkirina parlamenê û pêkanîna hilbijartinên giştî ji Qral Felîpe yê 6’emîn re ragihandiye. Hilbijartinên giştî diviyabû dawiya salê bihata kirin.
Sanchez got, "Li ser encamên hilbijartinên doh min ev biryar da. Weke serkêşê hikûmetê û Sekreterê Partiya Sosyalîst, encaman qebûl dikim û bi dîtina min pêwîstî pê hebû bersivekê bidim û wezîfeya xwe ya demokratîk radestî îradeya gel bikin."
Partiya Sosyalîst di hilbijartinên cihî yên yekşemê de derbeke giran xwar.
Partiya Gel ku partiya bingehîn a muxalefeta rastgir e (PPK) ji 10 herêmên ku di bin rêveberiya sosyalîstan yan jî koalîsyona çep de bûn, 6 bi dest xistin. Di nava van de herêma Valencia jî heye ku herêma herî qelebalix û dewlemend e.
Li gel PP, her wiha partiya rastgiriya tund partiya Vox jî bi ser ket. Ev partî ji xwe li parlamenê hêza sêyemîn e. Di hilbijartinên şaredariyê de zêdeyî 1.5 milyon deng wergirtin. Bi vî rengî di nava çar salan de skora xwe du qatan zêde kir.
MADRÎD