Li wî aliyê behrê festîvala çanda Kurdan

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 15 Tebax 2022 - 22:06

  • Li bajarê Toronto yê Kanadayê, Festîvala Aştiyê û Çanda Kurd îsal cara 18'an hate lidarxistin. 

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, Festîvala Aştiyê û Çanda Kurd îsal cara 18'an hate lidarxistin. Di festîvalê de Pêngava 15'ê Tebaxê hate silavkirin.

Festîval li Parka Earlscourt bi tevlîbûna hezaran Kurd û dostên wan pêk hat. Her wiha Parlementerê HDP’ê Hişyar Ozsoy, Nivîskar Chro Zand, Koma Çandê ya Tamîl Center, hunermend Rotînda û Serhado jî tevlî festîvalê bûn. 

Di festîvalê de ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin û Çerxa Şoreşê hate xwendin.

Piştî rêzgirtinê Hevserokên Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Torontoyê axivîn: "Guleya yekemîn a dîrokê ji bo bidawîkirina qirkirinên heyî hatiye teqandin. Bi pêngava 15’ê Tebaxê re li Dihê bi fermandariya fermandar Egîd têkoşîna azadiyê dest pê kir."

Hişyar Ozsoy jî got: “Erdogan bi êrişên li hemberî Kurdan welat ber bi hilweşandinê ve bir. Niha li welat qeyrana aborî gihiştiye astek bilind û aramiya siyasî ne pêkan e. 

Piştî ewqas zilm û êşkenceyê çi ket destê wan, HDP’ê li hember wan çok nedanî. Me ev yek nîşanî wan da. Li Tirkiyeyê şerê rûmetê 100 sal in ji Şêx Seîd û Seyît Riza, heta îro didome."

Nivîskar Chro Zand jî behsa pirtûka xwe ya bi navê "Bibîranîna keça lehengekî Kurd" kir. Nunerê ku li ser navê Tamîl Center axivî jî îşaret bi çarenûsa hevpar a gelên bindest kir, piştre jî Koma Çandê ya Tamîl Center stranên gotin.

Piştre Koma Artos derket ser dikê, hunermendên Kurd Azad, Ridvan, Sîdar, Mehmet Alî û Aydin û piştre Rotînda û Serhado derketin ser dikê.

ANF/TORONTO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.