Li Urmiyê gelek xwendekar bi jehrê ketin

Çarşem 19 Nîsan 2023 - 16:36

Li Urmiyê di du dibistanên amedeyî yên xwedekarên jin de gelek xwendekar ji ber gaza kîmyewî bi jehrê ketin, di nava xwendekarên birine nexweşxaneyê de yên rewşa wan giran jî hene.

Rejîma Îranê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê êrişî xwendekarên jin ên li dibistanan dike.

Li dibistanên amedeyî yên li Nasirî û Abizera yên ser bi Urmiyê, doh bûyerên bijehrîketinê çêbûn. Gelek xwendekarên ku bi jehrê ketin, rakirin nexweşxaneyê û hat zanîn ku rewşa hinek xwendekaran jî giran e.

Rejîm dixwaze serhildana ku ji Îlona bihurî ve dest pê kiriye, bi êrişên bi vî rengî bitepisîne.

URMIYE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.