Hikumeta Şamê biryar da ku ji nû ve balyozxaneya xwe li Tûnisê veke.

Piştî Tunisê, balyozxaneya xwe ya li Şamê vekir û balyozek lê erdkdar kir, hikûmeta Şamê jî ragihand ku ji nû ve balyozxaneya xwe ya li Tûnisê vekiriye û balyozek lê erkdar kiriye.

Li gorî çapemeniya hikûmeta Şamê, hikûmeta Şamê û Tûnisê di daxuyaniyeke hevbeş de diyar kir ku li gorî bersivdana bi înîsiyatîfa serokê Tûnisê Qeys Seîd re ku balyozek li Şamê erdkar kir, hikûmeta Şamê jî ji nû ve balyozxaneya xwe li Tûnisê vekir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, hikûmeta Şamê erdkarkirina balyozekî Tûnisê li Şamê erê kir û biryar da ku balyozxaneya xwe li Tûnisê veke û di demeke nêz de balyozekî erkdar bike.

NAVENDA NÛÇEYAN