Li sînor amadekariya êrişê
Duşem 9 Çile 2023 - 00:30
Li navçeya Artûklû, Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê ku nêzî sînorê Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê ne, sepanên leşkerî yên nû tên pêkanîn. Li texma deriyê sînor ên li Nisêbînê ku bi salan e girtiye, çeperên leşkerî tên bilindkirin. Li navçeya Qoserê jî, amadekariyên barkirina qereqola leşkerî ya li texma deriyê sînor ê li Taxa Dirbesiyê ye, tên kirin. Biryar hat girtin ku ev qereqol ji sînor bê dûrxistin û li pişt gund bê bicihkirin.
Qereqolê vediguhezin pişta gund
Ji bo veguhestina qereqolê kar û barên înşeatê didomin. Lê gundî naxwazin qereqol li pişt gundê wan bê çêkirin. Gundî ditirsin ku di êrişeke gengaz de dê gundê wan wekî mertal bê bikaranîn.
Her wiha li gundên ku li sînorê her sê navçeyan, cihê quleyên leşkerî jî tên guherandin. Quleyên ku berê hatibûn çêkirin, li pişt erdên bimayin tên bicihkirin. Ev quleyên cihên wan tên guherandin bi kevirên giran tên çêkirin û li ser her quleyê kamera tên bicihkirin.
Gundan neçarî koçberiyê dikin
Her wiha ji bo gundên li sînor şertê ku gundî nasnameyên xwe deynin noqteyên leşkerî an jî qereqolan hat danîn. Gundiyên ku bixwazin biçin nava erdên xwe an jî derkevin derve, divê nasnameya xwe deynin qereqolê yan jî noqteya leşkerî. Gundî encex di vegerê de dikarin nasnameyên xwe werbigirin.
Gundiyan xwest dawî li van pêkanînan bê û gotin ku ger wisa bidome wê nikaribin erdên xwe bajon û wê koç bikin.
MA/MÊRDÎN