Li Şikefta Şanedarê şopên Naendertalan!

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 23 Kanûn 2022 - 04:43

Di lêkolînên herî nû yên li şikefta Şanederê de, derkete holê ku mirovên neandertal xwarin amade kirine. Vê rewşê jî zanista arkeolojiyê û arkeologên cîhanê matmayî hiştine. Profesorekî Brîtanî îspat kiriye ku neandertaliyan ji bo xwarinê, xwarinên sorkirî amade kirine.

Bihara îsal tîmekî Zanîngeha Cambridge ya Brîtanya ku peymannameya wan li gel Rêveberiya Arkeolojiya Soran heye, li şikefta Şanedar dest bi xebatên lêkolînê kir. Tîm ji 13 arkeologan pêk dihat. Yek ji profesorê vê tîma Brîtanî lêkolînek taybet li ser xwarinên mirovên neandertaliyan kir. Li gorî lêkolîn îspat dike ku mirovên neandertal li şikefta Şaneder xwarin çêkirine, nan amadekirine ku ji nîsk, nok, maşik û kivarkan pêk dihat. Ev yek jî berevajiya pêşbiniya ku tê gotin mirovên neandertal tenê nêçîrvanî kirine û goşt xwarine.

 

Naendertal 4 cûre xwarin çêkirine

Rêveberê Arkeolojiya Soran Ebdulwehab Silêman li ser mijarê ji axivî û got:  “Ji sala 2014’an ve peymannameya me li gel Zanîngeha Cambridge Brîtanya ji bo şikefta Şaneder heye. Lêkolîna bihara îsal derxiste holê ku, mirovên neandertal xwarin çêkiriye û xwarin amadekiriye. Berê dihate pêşbînîkirin ku mirovên neandertal nêçîra lawiran dikir û goştê xav dixwar. Lê, em bi mînakên bihara îsal matmayî man, ku derxiste holê ku mirovên neandertal 4 cûreyên xwarinê çêkirine. Ew jî nîsk, nok, maşik û kivark in. Ev 4 xwarin têkilî hev kirine û giyayek weke biharatê dihate bikaranîn ku tama tehl û tirş dida xwarinê.”

Rêveberê Arkeolojiya Soran Ebdulwehab Silêman têkildarî girîngiya dîtina xwarina ji aliyê mirovên neandertal ve hatine amadekirin domand: “Em dikarin şikefta Şaneder bikin, yek ji baştirin cihên ji bo kişandina geştiyaran. Bi navnîşana ku jiyanê li wir destpê kiriye û êdî navenda lihevkirinê ye. Ji ber ku her tişta ku têkildarî mirovnasiyê (antropolojî) û arkeolojiyê de heye, dema ku em li bermahiyên Neandertal û Homo Sapiens dinêrin, ev her du celeb mirov bi berdewamî di nav şer de bûn, hevûdu dixwarin û hevûdu nêçîr dikirin. Li Kurdistana me di mînakan de, dernediket ku ev herdu celebên mirovan, hevdu xwaribin, berevajî, ew herdu celebên mirov, bi hev re li herêma Zagros jiyane, bêyî ku belgeyek şîdetê hebe. Ango em dikarin vî cihî bikin cihek girîng a rakêşana geştiyaran û wê bandoriyê li ser nasandina Kurdan li cîhanê bike. Şikefta Şaneder hemû sînor li ber dîroka demdirêj hebû şikand.”

Li herêma Rêveberiya Arkeolojiya Soran zêdetirî hezar cihên dîrokî hene. Lê, heta niha mûzexaneyek ji bo parastina berhemên dîrokî nîne. Vê jî wiha kiriye ku metirsî bikeve li ser berhemên dîrokî yên vê herêmê yên heta niha hatine dîtin. Ji ber ku ti cihek lê were parastin nîne. Berpirsa Parastina Berhemên Arkeolojî yên Soran Şilêr Ehmed li ser mijarê axivî û got: “Nêzî hezar û 500 parçeyên berhemên me yên arkeolojîk hene. Lê, pirsgirêka nebûna mûzexaneyê yan jî cihekî rakirina van parçeyan heye. Me parçeyên berhemên gelek girîng hene, lê metirsiya tinebûna wan heye, ji ber ku mûzexane yan jî cihekî bi awayek zanistî lê hênin nîne.”

Şikefta Şaneder li çiyayê Biradost a Herêma Kurdistanê ye, 125 kîlometroyan ji Hewlêrê dûr e û 767 metroyan li ser asta deryayê ye. Di navbera salên 1957 û 1961’ê de Arkeologê Emerîkî Ralph Solecki û tîma wî ya ji Zanîngeha Colombia di şikefta Şanederê de hestiyên kevntirîn cureyê mirovan neandertal dîtin ku dîroka wan vedigere 80 hezar salan. Bilindahiya şikefta Şanederê 18 metro û dirêjiya wê 40 metro û firehiya wê jî 27 metro ye ku ber bi nav şikeftê ve ew firehî zêde dibe û bi qasî 60 metroyan dirêj dibe.

Heta niha li vê şikeftê gelek lêkolîn hatine kirin. Tîmên Zanîngeha Berselona ya Spanyayê, Zanîngeha Lîverpûl û  Zanîngeha Cambridge ya Brîtanya li vê şikeftê lêkolîn kirine. Lêkolîna herî dawî ya Prof. Chris Hunt a li şikefta Şaneder hatî kirine.

ROJNEW/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.