Çalakiya rûniştinê ya li ber Konseya Ewrûpayê ya li Strasbourgê didome. Saziyên jinan destpêka hefteyê çalakî dewr girtibûn. Jinan doh posterên Rêber Apo hildan û ber bi avahiya Konseya Ewrûpayê ve meşiyan. Jinan dosyayên der barê Ocalan de radestî nûneriyên Konseya Ewrûpayê kirin.
Wekî din, îro jî wê meşeke girseyî ji Meydana Kleberê saeta li 11an were organîzekirin. Girseyê ber bi Konseya Ewrûpayê ve bimeşe. Li Konseya Ewrûpayê jî wê der barê zordestiya li HDPê û rapora CPT a der barê Rêber Apo de wê civîneke online were pêkanîn.
STRASBOURG