Li ser birca Eifelê ‘Jin jiyan azadî’

Çarşem 18 Çile 2023 - 03:27

Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê ji bo piştgiriya bi jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi Fransaî slogana “Jin jiyan azadî” li ser Birca Eifelê ya li Parîsê bi rohniyê da nivîsandin. Di heman demê de li meydana hemberî bircê, Meydana Trocaderoyê jî merasîmek hat kirin û li meydanê şaredar Anne Hidalgo peyivî; “Piştî qetilkirina Jîna Amîniyê li Îranê, êrişên dewleta Îranê li dijî muxalefetê dewam dikin. Ji bo bibîranîna kesên li wir têdikoşin, ji bo piştgiriya xwepêşanderên bi wêrekî têdikoşin, me li ser Birca Eifelê ‘Jin jiyan azadî’ û ‘Bidarvekirinan li Îranê rawestînin’ nivîsand”. Di dema merasîmê de Tevgera Jinên Kurd û tevgerên jinanên ên muxalefeta Îranê jî amade bûn. Wan jî bi sloganên xwe rejîma Îranê protesto kir.

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.