Li Şehba şanoya Poşmaniya Rûvî

Nûçeyên Çand/Huner

În 13 Tebax 2021 - 04:29

Tevgera Çand û Huner, û Desteya Kar û Barên Civakî yên herêma Efrîn çalakiyek ji bo moralê zarokan li dar xist. 

Di çarçoveya çalakiyê de li hola Navenda Çand û Huner a navçeya Ehdas a Şehbayê şanoya “Poşmaniya Rûvî” hat nîşandan. Qederê 500 zarokên navçeya Ehdasê li şanoyê temaşe kir.

Endama desteya kar û barên civakî ya herêma Efrînê Hêvîn Mihemed got, "Me xwest vê şahiyê li dar bixin da ku kêfxweşiyê di dilê her zarokekî de biçînin. Em di rewşeke penaberiyê de ne, loma armanca me ew e ku moralê zarokan bilind bikin, ji ber herî zêde zarok di bin bandora şer de dimînin."

Endama şanoya "Poşamaniya Rûvî" ya rola rûvî dike, Evîn Rîhan e. Wê jî got, "Me qederê 3 mehan li ser vê şanoyeyê xwe perwerde dikir da ku em karekî serketî bikin. Me hewl da bi rêya vê şanoyê karên baş û rast ji zarokan re nîşan bidin di heman demê de baweriya xwe bi her kesî neînin û neyên xapandin."

Ev çalakî wê li tevahî navçe û wargehên koçberiyê yên kantona Şehbayê bê lidarxistin.

ANHA/ŞEHBA

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.