Ciwanên Kurd ên li navçeya Yerşovê ya herêma Saratovê ya Rûsyayê li gundê Çîstî Plyosê tecrîdkirina Rêber Apo û qetlîama li Parîsê ya li dijî sê şoreşgerên jin ên Kurd şermezar kirin.
Ciwanan di civîna xwe de tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku 8 sal di ser kuştina şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re derbas bûye lê hê jî kujerên rastîn nehatine eşkerekirin.
Di civînê de endamên komîteya ciwanan a herêmê Hacî Yûsûbov û Ahmet Yûsûbov daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tecrîda ku dewleta Tirk a faşîst li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, dûrî mirovatiyê ye. Ciwanan bal kişandin girtina nûnerên siyasî û çalakgerên gelê Kurd û protesto kirin û dan zanîn ku wê li hemberî polîtîkaya înkar û îmhayê têkoşîna xwe bidomînin.
ANF/SARATOV