Di rojên dawî de rejima Îranê li Rojhilatê Kurdistan û Tehranê li dijî çalakvan, xwendekar û welatiyên Kurd dest bi pêla binçavkirinan kiriye. Li gorî Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê hejmara kesên li Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin, gihişt 29 kesan.
Ji roja 8’ê Çile ve rejima Îranê li Rojhilatê Kurdistan û Tehranê li dijî çalakvan, xwendekar û welatiyên Kurd dest bi pêla binçavkirinê kiriye.
Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê, sê welatiyên ku ji heman malbatê yên bi navê Ebdullah Hacî Ehmedî, Peyman Hacî Ehmedî û Xatu Gelawêj Ebdulahî yên ji Qereqesab a Nexedê ne hatine binçavkirin.
Li gorî heman çavkaniyê, çalakvanê civaka sivîl Hisên Gerdşî jî roja 11’ê Çile li bajarê Bokanê hatiye binçavkirin û ji bo bajarê Urmiyê hatiye veguhestin.
Her wiha li Mihabadê jî hêzên rejimê bi ser mala welatiyê bi navê Hesen Ebdî de girtin û ew binçavkirin.
Li gorî zanyariyên dawî, ji 8’ê Çile ve hejmara kesên ji aliyê rejima Îranê ve hatine binçavkirin gihiştiye 29 kesan.
Heya niha nayê zanîn bê ka kesên hatine binçavkirin, li ku têne ragirtin.
Di vê navberê de Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxwaznameyekê bang li saziyên mafê mirovan ên navneteweyî kir ku bi rengekî lezgîn li rewşa kesên hatine destgîrkirin bipirsin û bal kişand ser metirsiya êşkence û windakirina wan kesan.
NAVENDA NÛÇEYAN