Li Reqayê pêşangeha şêwekariyê vedibe

Nûçeyên Çand/Huner

În 23 Tebax 2024 - 00:59

Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihand ku dê bi dirûşma "Li ser awaza rengên Sûriyeyê" Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya 9’an li dar bixe. 

Pêşangeh dê li Hola El Erd El Seîde ya li kantona Reqayê be, 24`ê Tebaxê were vekirin û 3 rojan bidome.

Wê 80 hunermend ji tevahî bajarên Sûriyeyê tev li pêşangehê bibin. Bernameya pêşangehê saet 10.00`ê bi sibehan dest pê dike û heta saet 21.00`ê êvarê didome.

Hevseroka Desteya Çand û Şûnwaran Serfiraz Şerîf got: "Me tabloyên hunermendan wergirtin. Lijneyeke pispor tabloyan dinirxîne da ku di pêşangehê de werin nîşandan." Serfirazê wiha domand: "Amadekarî berdewam in. Cara yekê ye ku ji herêmên din ên Sûriyeyê tevlêbûn çêdibe."

Serfirazê diyar kir ku li gorî bernameya pêşangehê, dê serdana şûnwarên li Reqa û Tebqayê bê kirin, çalakiyên hunerî yên cuda bên lidarxistin û bawernameyên beşdarbûnê li beşdaran bê belavkirin û got: "Di pêşangehê de dê gelek peyam hebin. Bi rêya vê hunerê wê aştî, hezkirin û hevgirtina di nava gelan de û çi bi serê herêmên Sûriyeyê hatin, bên vegotin."

ANHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.