• Li Pentagonê 3 kesan îstifa kir.

Piştî ku Serokê Emerîka Donald Trump Wezîrê Parastinê Mark Esper ji peywirê girt, li Pentagonê 3 kesan îstifa kir.
Serokê Emerîkayê Donald Trump, piştî ku di hilbijartina serokatiyê de bi bin ket û xisirî Wezîrê Parastinê Mark Esper ji peywirê girt. Piştî vê jî 3 kesan ji wezîfeyê dest kişandin. Muşteşarê Polîtîkayên Ewlehiyê yê Pentagonê, Musteşarê Îstixbaratê yê Parastinê û Midurê Nivîsgeha Taybet a Wezaretê îstîfaya xwe pêşkêş kirin. Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Pentagonê, Anthony Tata hatiye şûna Muşteşarê Polîtîkayên Ewlehiyê yê Pentagonê James Anderson.

Beriya niha jî Tata ji aliyê Trump ve ji bo heman peywirê hatibû nîşandan lê ji ber “parvekirinên xwe yên dijberî Îslamê” û Serokê berê yê Emerîkayê Barack Obama weke “terorîst” nirxandibû, ji aliyê Senatoyê namzetiya wî hatibû redkirin. Ji ber ku wê Tata vê carê vê peywirê bi wekalet bi rê ve bibe hewce bi erêkirina Senatoyê nîne.  

Tê payîn ku li Pentagonê hê gelek kesên din jî îstifa bikin. Tê îddîa kirin ku wê Trump dîrektorên CIA û FBI’yê jî ji peywirê bigire. 

NAVENDA NÛÇEYAN