• Li Parlamena Ewrûpayê (PE) di konferansê de hate ragihandin ku bêhiqûqiya li Îmraliyê tê kirin li tevahiya welêt belav bûye û hate gotin, "Tecrîd welêt bi temamî dixe nava tarîtiyê." 

Li Parlamena Ewrûpayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi dirûşma "Li Tirkiyeyê Maf û Azadî: Hiqûq, Girtîgeh û Pirsgirêka Kurd" ji aliyê Yekîtiya Parêzerên Ewrûpayê ji bo Mafên Mirovan û Demokrasiyê (ELDH) û Komeleya Demokrasî û Hiqûqê ya Navneteweyî ve hat lidarxistin. Partiya Çep û Tifaqa Pêşverû ya Demokrat û Sosyalîstan a li Parlamenta Ewrûpayê piştgiriya konferansê kir.

Hevserokê Partiya Çep a li Parlamenta Ewrûpayê (PE) Martîn Schîrdewan tecrîda li Îmraliyê, helwesta dewletên Ewrûpayê ya dema hilbijartinê û piştî hilbijartinên li Tirkiyeyê nirxand.

Martîn Schîrdewan got, "Em ê bêdeng nemînin. Em ê durûtiya lîder û dewletên Ewrûpayê şermezar bikin. Em rewşa li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin. Em zanin ku biryarên dadgeriyê bi cih nayên anîn. Biryara têkildarî Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş bi cih nayê anîn. Em bûyerên li Tirkiye û Kurdistanê dişopînin. Em piştgiriyê didin têkoşerên li wê derê."

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol, Endamê Desteya Rêveber a ELDH Prof. Louîs Lemkow ê ji Katalonyayê, ji Projeya Piştevaniya Dozên Mafên Mirovan ên li Tirkiyeyê (TLSP) û ji Zanîngeha Mîddlesex Prof. Phîlîp Leach û endamê Parlamenta Ewrûpayê Fabîo Massîmo weke qiseker tevlî panela "Li Tirkiyeyê darizandina siyasetê" bûn.

Ne hilbijartineke adîl û demokratîk bû

Endamê Koma Keskan a PE'yê Françoîs Alfonsî got, "Ez ji Korsîkayê me, em jî ji bo mafên xwe têdikoşin. Mîna we Kurdan em jî ji bo mafên xwe têdikoşin. Abdullah Ocalan bi salane tecrîdkirî ye. Destûr ji hevdîtina bi malbatê û parêzeran re nayê dayin. HDP'ê di hilbijartinên dawî de li pêşiya serketina mezin a Erdogan bû asteng. Hilbijartineke adîl û demokratîk nebû. Ji demokrasiyê derbasî dîktayê bû. Divê Ewrûpa piştgiriyê bide doza Kurdan."

Hevserokê ELDH'ê Prof. Bîll Bowrîng jî bi bîr xist ku li Tirkiyeyê wan gelek dadgeh şopand û got, "Em li gelek girtîgehan geriyan. Em çûn serdana Îmraliyê. Di gelek dozên têkildarî Tirkiyeyê de min wezîfe kir. Di doza Ozgur Gundemê de wezîfe kir. Ev doz di mijara azadiya fikrî de bûn biryarên îçtîhatê."

Serokê MAF-DAD'ê Heîke Geîsweîd jî diyar kir ku li gel biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê jî mafên mirovan ên Abdullah Ocalan têne binpêkirin.

Geîsweîd anî ziman ku saftî ye piştî hilbijartinê demokratîkbûyîn ji AKP'ê bê hêvîkirin û got, "Divê saziyên Ewrûpayê zextê li ser Tirkiyeyê bikin."

Faîk Ozgur Erol jî ragihand ku herêmên dagirkirî yên li Sûriyeyê mîna Gûantanamo qadeke tarî ye û got, "Li herêmên Kurdan jî bi vî rengî ye. Bi taybetî di dema 'qedexeya derketina derve' de qad ji nişka ve hate tarîkirin. Ev rewş ji bo koçberan jî bi heman rengî ye. Rêveberiya AKP'ê li gorî xwe cihên bêstatu ava dike. Wê rojê koçber li herêma Egeyê hatin girtin. Derdora wan hate girtin û ji derve xwarin û vexwarin dan wan. Di hiqûqê de tiştekî bi vî rengî nîne. Ev qadên tarî yên neqanûnî li Îmraliyê destpê kir û li herêmên din belav bû." Prof. Phîlîp Leach jî xwest ku Kavala û Demîrtaş tavilê bêne berdan û got, "Doza Demîrtaş nîşan dide ku dadgeriya Tirk siyasî bûye."

STRASBOURG