Li Parîsê kesek hat kuştin

Nûçeyên Cîhan

Duşem 4 Kanûn 2023 - 00:51

Li paytexta Fransa Parîsê roja Şemiyê di encama êrişa bi kêrê  kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn. Êriş li Quaî de Grenelle ya li herêma 15’an a Parîsê pêk hat. Li gorî medyaya Fransayê, çavkaniyekî polîsan ragihand ku yê ku hatiye kuştin tûrîst e û hemwelatiya Fîlîpînî-Elman e. Ev agahî ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê çû cihê bûyerê ve hate piştrastkirin. Hat diyarkirin ku yê miriye gelek derbe li serî, pişt û milên wî ketine.

Di êrişê de yek jê biyanî û yê din jî welatiyê Fransayê du kes jî birîndar bûn. Hat zanîn ku êrişkar bi çakûçê li çavê yekî ji wan xistiye. Wezîrê Karên Hundir Gérald Darmanin got, "Jiyana wan ne di xeteriyê de ye.” Gerald Darmanin anî ziman ku êrîşkar Armand R. ku welatiyê Fransayê ye di sala 1997'an de li Neuilly-sur-Seine ji dayik bûye, beriya ku bê girtin li hemberî ajokarê taksiyê û polîsê erkdar dirûşma "Allahu Ekber" berz kiriye. Çavkaniyekî polîsan ji Le Fîgaro re ragihand ku ev kesê ku bi malbata xwe re li Essonne dijî, ji ber têkiliya wî ya bi Îslama radîkal re û pirsgirêkên wî yên derûnî, ji aliyê îstîxbaratê ve dihate naskirin. Darmanin her wiha diyar kir ku gumanbar tedawiya psîkiyatrî û norolojiyê dibîne.

Di Tîrmeha 2016'an de heman kes ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Ewlekariya Hundir (DGSI) ve hatibû binçavkirin. Guman hebû ku ew ê li semta La Défense ya Parîsê bi kêrê êrişeke tundiyê pêk bîne. Gérald Darmanin, da zanîn ku ev kes ji ber van kiryaran di heman salê de 4 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birrîn. Li gorî nûçeya qenala France 24, êrişkar beriya ku êrişê pêk bîne vîdeoyeke du deqeyan kişandiye û berpirsyariya êrişê girtiye ser xwe. Di vîdeoyê de êrişkarê ku xwe weke 'alîgirê xîlafeta Dewleta Îslamê' îlan kir îdîa kir ku ew ji bo "tola Misilmanan hilîne" tevdigere.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.