Li Pakistanê lehiyêî 1033 kes kuştin

Nûçeyên Cîhan

Yekşem 28 Tebax 2022 - 21:33

  • Li Pakistanê ji ber barana zêde ji serê tebaxê ve 1033 kes mirine.

Li Pakistanê ji ber barana zêde ji serê tebaxê ve 1033 kes mirine.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Felaketê ya Neteweyî ya Pakistanê (NDMA) Ji şemiyê heta yekşemê di nava 24 saetan de 119 kes ji ber rabûna lehiyê mirine.

Li gorî bîlançoyên dawî, hejmara kesên ku di lehiyan de di nava Tebaxê de mirinebûye, 1033.

Li hin deverên welat şiliya zêde dewam dikin. Bi tevahî lehî bandorê li zêdeyî 33 milyon Pakistaniyan kiriye. Yanî ji her heft kesan yek ji ber baranza zêde û şiliyê şepirze bûye.

Li gorî daxuyaniyên hikûmetê qederê milyonek xanî yan hilweşiyan yan jî zirareke mezin li wan bûye.

NDMA ragihand ku ji ber lehiyê zêdeyî 80 hezar hektar zeviyên çandiniyê jî xera bûne, xisar li 3 hezar û 400 kîlometre rê bûye û 149 pir jî hilweşiyane. 

Baranên mûsonê bi giştî ji Hezîranê heta Îlonê dewam dikin, ji bo avdana zeviyan û nûkirina çavkaniyên avê jî gelekî lazim in. Lê ji ber ku binesaziya xaniyên li deverên gundewar ne saxlem e, her sal felaket diqewimin. Li Pakistanê lehiyên herî giran sala 2010’an rabûn, ji pêncan paran pareke welat di bin avê de mabû. hingê zêdetirî 1800 kesî miribûn û zirar gihiştibû zêdetirî 20 milyon kesan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.