Li Mexmûrê perwerdeya şêwekariyê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 23 Çile 2025 - 02:55

JIYAN PÎRAN / ROJNEWS / MEXMÛR

Ciwanên Mexmûrê yên ku wêne xêz dikin, diyar kirin ku ji bo ciwanên Kurd çanda xwe ji qirkirinê rizgar bikin, pêwîste hemû xwe di aliyê çandê de pêşbixin.

Navenda Çand û Hunerê ya wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo pêşxistina aliyê hunerî yê ciwanên wargehê, dem dem perwerdeyên hunerî sazûman dikin. Beriya sê mehan ji bo pêşxistina zarok û ciwanan, li navenda Çand û Hunera Mexmûrê perwerdeyek ya xêzkirina wêneyan hat destpê kirin.

Têkildarî perwerdê û karê xwe mamosta Îlhan Hilalî û xwendevana bi navê Mizgîn Şirnexî ji ajansa me re axivîn.

‘Zarok kela canê min radikirin’

Mamosta Îlham Hilalî di destpêka axaftina xwe de daxuyakirin ku ew bi hevkariya hevala xwe beşdarî vê xebatê bûye û got: “Heskirina min ya li hemberî çêkirina wêne, di dema zarokatiya min de destpêkir. Dema min lîstok jî dilîst, min hertim wêne çêdikir. Di nava malbatê de jî dema xwişkên min wêne çêdikirin, min temaşeyî wan dikir û min jî wêne xêz dikir. Bi demê re hestên min yên li hemberî çêkirina wêneyan zêdetir bû. Piştî demekê derfet ket destê min ku ez di atolyeya Şehîd Delîla ya wêne xêzkirinê de perwerdeya wêne bibînim. Di wê pêvajoyê de me li ser dîwarên dibistanên wargehê wêne çêdikirin, ev jî ji bo min bû ceribandinek mezin ku ez bikaribim xwe di aliyê xêzkirina wêneyan de pêşbixim. Piştî min dibistana amadeyî qedand, min xwest ez kar bikim, li ser pêşniyara hevalek ya xwe ez beşdarî kar û xebatên Çand û Hunera Mexmûrê bûm. Min di nava xebatên çand û hunerê de dest bi mamostatiya wêne kir. Dema min ev perwerde da destpêkirin, gelek kesan serlêdana vê perwerdeyê kir. Min wek kes hêvî nedikir ku wê evqas xwendevanên min çêbibin. Rojên destpêkê kelecana min ya li hemberî zarokan gelek zêde bû. Hem têkiliya min bi xwendevanên min re zêde bûn, hem jî ez di wêne de baştir bûm. Xwendevanên min jî bi min re dibin alîkar, ez jî bi wan re dibin alîkar.”

‘Li hember qirqirina çandî bisekinin’

Îlham Hilalî bi van gotina dawî li axaftina xwe anî: “Ez vê xebatê wek derfetek yê xwe pêşxistinê ji bo xwe dibînim. Min xwendevanên xwe xist du kom, komek biçûkin 27 kesin ez piştî nîvro wan perwerde dikim. Koma mezin 12 kesin şev tên perwerdê. Piraniya xwendevanên min, jinên ciwanin tenê du xort di nava koma biçûk de hene. Ev jî hezkirina jinê ya li hemberî hunerê dide diyar kirin. Em niha tabloyan çêdikin. Her xwendevanek li gorî xwesteka xwe wêneyekê çêdike. Ez ji wan re dibêjim, divê di nava tabloya hûn çêdikin de xeyalên we jî hebin. Ez bang li tevahî ciwan û jinên ciwan dikim ku xwe di aliyê hunerê de pêşbixin. Her civakek bi çanda xwe derdikev pêş û tê naskirin. Ne tenê ciwanên Mexmûrê, pêwîste ciwanên gelê Kurd bi giştî li hemberî qirkirina li ser çanda xwe, çanda xwe bi parêzin û xwedî li çanda xwe derkevin.”

‘Beşdarî perwerdeyên wiha bibin’

Xwendevana bi navê Mizgîn Şirnexî jî wiha behsa perwerdeya xwe kir û got: “Beriya sê mehan me dest bi perwerdeya wêne kiriye. Me du mehên destpêkê bi pênûsa reş wêneyên xwe xêz dikir, niha jî me dest bi çêkirina tabloyan kiriye. Em 12 jinên ciwanin ku van tabloyan ji bo mîhrîcana 4’ê Nîsanê amade dikin. Em hêvîdikin ku herkes beşdarî perwerdeyên wiha bibin. Ez li Wargeha Mexmûrê dijîm û dixwazim demê xwe yê vala bi çêkirina wêneyan tijî bikim. Ez li ser pêşniyara hevala xwe beşdarî vê perwerdeyê bûm û niha jî bi hezkirinek mezin beşdarî vê perwerdê dibim.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.