- Li Malezyayê hejmara mirovên ji ber lehiyê mirin, bû 14. Zêdeyî 70 hezar kes jî neçar man ku ji cih û warên xwe bi cih bihêlin.
Li Malezyayê hejmara mirovên ji ber lehiyê mirin, bû 14. Zêdeyî 70 hezar kes jî neçar man ku ji cih û warên xwe bi cih bihêlin.
Barana zêde ya ku dawiya hefteyê li Malezyayê bariya, bû sedema lehiyê û bandor li gelek bajar û gundan kir. Ji ber lehiyê gelek rê hatin girtin û bandora herî giran li eyaleta Selangorê bû.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî Bernamayê, li Selangoyê 8, li eyaleta Pahangê 6 kes mirine. Bîlanço dibe ku girantir bibe. Hate ragihandin ku agahî ji gelek kesan nayê wergirtin.
Ji ber lehiyê zêdeyî 71 hezar kesî jî neçar man cih û warê xwe biterikînin. Tê gotin, rola germahiya global di zêdebûna lehiyan de heye.
KUALA LUMPUR