- Dewleta Tirk a li pey xeyalên osmaniya nû diçe, her roj hêzên xwe yên leşkerî û çeteyên ji Sûriyê bi rê dike Lîbyayê da ku li kêleka hêzên hikumeta Wîfaqê, dest bi operasyoneke nû li dijî artêşa nîştimanî ya Lîbyayê li Sirte û Cefrayê bikin.
Li Lîbyayê şerê wekaletê hêdî hêdî vediguhere şerê dewletan. Dewleta Tirk a li pey xeyalên osmaniya nû diçe, her roj hêzên xwe yên leşkerî û çeteyên ji Sûriyê bi rê dike Lîbyayê da ku li kêleka hêzên hikumeta Wîfaqê, dest bi operasyoneke nû li dijî artêşa nîştimanî ya Lîbyayê li Sirte û Cefrayê bikin.
Sirte û Cefra ku di aliyê jeosiyasî û aborî de xwedî stratejî ne, wekî xeta sor a Fransa û Misrê ne. Misir û Fransa li hemberî pîlanên Tirkiyê gelekî bi hêrs bûn û gelek caran gefa destwerdana yekser di Lîbyayê de xwar.
Ji aliyekî din ve jî Fransa û Misirê ji bo Lîbyayê gelek zext li Emerîkayê kirin da ku pîlanên Tirkiyê rawestîne. Di vê çarçoveyê de, 15`ê Tîrmehê, çar nameyên eşkere di çapemeniyê de ji Tirkiyê re hatin şandin.
A yekê; serokê Fransayê Macron bi serokê Misrê re têkildarî rewşa Lîbyayê axivî û her du aliyan bal kişand ser girîngiya rawestandina destwerdanên derve. Bi vê yekê xwestin balê bikişînin ser destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê û bi nameyeke dualî ji Tirkiyê re diyar kirin ku êdî tiştên ew dixwaze, hemû pêk nayên. Ev jî gava destpêkê ya hişyarkirina Erdogan e.
A duyemîn û girîng jî, şandeyeke leşkerî ya Emerîkayê bi rêveberiya Fermandariya Navendî ya Emerîkayê re serdana Misrê kir û bi wezîrê parastinê yê Misrê re têkildarî Lîbyayê axivîn. Ji vê hevdîtinê diyar dibe ku Emerîkayê destûr daye ku artêşa Misrê bikeve Lîbyayê û li kêleka artêşa nîştimanî ya Lîbyayê bisekine.
Lê ev hevdîtin wekî nîqaşkirina çawaniya derbasbûna nava Lîbyayê û rêbazên wê ye. Emerîka naxwaze rewşa li Sûriyê li Lîbyayê dubare bibe, bi gotineke din naxwaze her tişt bikeve destê Rûsyayê. Bi taybetî Rûsyayê ev hefteyek e, ragihand ku ew destekê dide artêşa Misrê da ku derbasî Lîbyayê bibe. Emerîkayê beriya Rûsyayê xwe gihand Misrê û bi wan re hevdîtin kir.
A sêyemîn; şandeyeke leşkerî û siyasî ya payebilid a Emerîkayê serdana fermandarê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter kir û pêşniyar der barê zeviyên petrolê yên li Sirte û Cefrayê de kirin. Şandeyê, li gorî rojnameya Şerq El-Ewsat, ji Hefter xwest ku hêzên ewrûpî di bin çavdêriya NY`yê de parastina zeviyên petrolê bikin. Ev yek nameyeke vekirî ji Tirkiye û Rûsyayê re bû da ku derbasî Sirte û Cefrayê nebin û bû xeteke sor ji bo Emerîkayê jî.
A çaremîn; Urdunê biryar da ku rêxistina Îxwan Muslimîn ku wek hêza veşartî ya Erdogan e, li Urdunê ji hev bixe. Ev bi serê xwe biryareke girîng e ku hêdî hêdî li Rojhilata Navîn û cîhanê baskên Erdogan têne qutkirin û dor li Erdogan teng dibe.
Ev hemû îşaret nîşan didin ku dem nêz bûye artêşa Misrê derbasî Lîbyayê bibe û havîneke germ li benda Erdogan e.
Êdî Misir û hêzên erebî, di serî de Îmaret, gihîştin wê baweriyê ku Erdogan û projeya Osmaniya Nû li ser ewlehiya neteweyî ya Ereban tehlûke ye, lewra Misir neçar e ku derbasî Lîbyayê bibe û li dijî artêşa Tirk şer bike û di dema pêş de jî bêguman Misir dê derbasî Lîbyayê bibe.
Lê ev derbasbûn dê bi sînor be, ne wekî ku her kes xeyal dike. Lê gaveke girîng e ji bo rawestandina pêşveçûna dewleta Tirk di projeyên xwe de û li ser asta herêmê jî ev jî xaleke girîng e. Esas ne tenê li Lîbyayê, divê di serî de li Sûriye, Iraq, Yemen û Lubnanê têkoşîneke hevpar a hemû pêkhateyan li dijî projeya AKP-MHP`ê hebe.
parvê bike
Nivîsên Kendal CÛDÎ
Li ser serdana şandeyên DYE`yê
25 gulanê
Polîtîka DYE’yê ya Rojhilata Navîn
18 gulanê
Mikurhatin û gotin a gelê Başûr e
11 gulanê
Taxa Teyî û dersek
4 gulanê
Vebijêrkên Rûsyayê li Sûriyê
27 nîsanê
Durûtiya WHO’yê li dijî gelan
20 nîsanê