- Li Kurdistan, Sûrî û Tirkiyeyê erd hejiya, li Bakurê Kurdistanê bi hezaran kes mirin û birîndar bûn. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê herî kêm 912 kes mirine.
Îro berê sibehê, saet 04.17’an navenda wê li navçeya Mereşê Bazarcixê (Markaz) erd hejiya. Erdhejê tesîra xwe ya kujer li Bakur û Rovayê Kurdistanê, li Tirkiye û Sûriyê kir. Serokkomarê Tirk Erdogan, saet 13:00´an da zanîn ku hejmara kesên di erdhejê de mirine 912 e, 5 û 385 hezar kes jî birîndar bûne. Erdogan got, 2818 avahî jî bi temamî hilweşiyane. Li gorî daxuyaniyê dibe ku hejmara mirî û birîndaran zêdetir bibe, ji ber ku gelek kes hîna di bin xirbeyan de ne. Piştî Erdheja bi şida 7.7 a navenda wê li navçeya Bazarcixê a ser bi Mereşê jî erd 78 caran biheje. Li Entab (Dîlok), Mereş, Meletî, Riha, Osmaniye, Edene û Amedê tesîreke mezin bû.
Li Sûrî jî li Şam, Heleb, Idlib, Tartus û Latkiyê ji ber erdhejê li gorî daxuyniya wezareta tenduristiyê ya Sûrî, 237 kes mirine û bêhtirî 600 kesî birîndar bûne. Li bajarên rojava Kobanê û Efrînê jî gelek kes ji erdhejê mirin yan jî birîndar bûn.
Li gorî bajaran bîlançoya eşkerebûyî ya erdhejê
Mereş: Herî kêm 70 kes mirin, 200 kes birîndar bûn / Ji Bazarci (Markazê) hîna agahiyên ber bi hev ve nînin.
Hatay: 4 kes mirin, 7 kes birîndar bûn, 200 avahî hilweşiyan
Osmaniye: 20 kes mirin, 200 kes birîndar bûn, 83 avahî hilweşiyan
Semsûr: 13 kes mirin, 22 kes birîndar bûn, 100 avahî hilweşiyan
Amed: 14 kes mirin, 226 kes birîndar bûn, 20 avahî hilweşiyan
Riha: 18 kes mirin, 200 kes birîndar bûn, 60 avahî hilweşiyan
Dîlok: 80 kes mirin, 600 kes birîndar bûn, 581 avahî hilweşiyan
Kilîs: 8 kes mirin, 100 kes birîndar bûn
Edene: 10 kes mirin,118 kes birîndar bûn
Meletî: 47 kes mirin, 550 kes birîndar bûn, 300 avahî hilweşiyan.
NAVENDA NÛÇEYAN