Li Kolombiyayê ji nû ve hevdîtinên aştiyê

Nûçeyên Cîhan

Duşem 23 Çile 2023 - 01:05

  • Ji bo şerê ku 60 sal in di navbera ELN û artêşê de bi dawî bibe, par li paytexta Venezuelayê Caracasê hevdîtin hatibû kirin.

Berê jî Kolombiya û ELN’ê agirbesteke dualî ragihandibû û piştre ev agirbest betal kiribûn. Di meha li pêşiya me de li Meksîkayê careke din ji bo aştiyê her du alî wê dest bi hevdîtinan bikin.

Ji bo şerê ku 60 sal in di navbera ELN û artêşê de bi dawî bibe, par li paytexta Venezuelayê Caracasê hevdîtin hatibû kirin.

ELN’ê agirbest qebûl nekir, û Kolombiyayê xwe ji agirbestê vekişandibû.

Her du aliyan hefteya bihurî li Caracasê civîneke lezgîn kir û wan li hev kir ku di 13’ê Sibatê de li Meksîkayê dest bi hevdîtinan bikin. Norwêc, Venezûella, Kuba, Şîlî û Meksîka wê bibin welatên garantor.

Serokê Dewletê Gûstavo Petro yê ku ew jî berê di nav M-19’ê de gerîlayekî bajêr bû, soz dabû ku bi hemû komên çekdar re yan peymana aştiyê yan jî ya teslîmiyetê çêke.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.