Navenda Civaka Kurdistanê (Das Gesellschaftszentrum Kurdistan e.V.) li Kassel, li Nordstadtparkê bi Festîvala Rojava salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir.
Festîval di çarçoveya Cejna Havînê de hat organîzekirin û sernavê wê jî “Serketina adil û heqkirî” ye. Par jî bi Festîvala Rojava salvegera şoreşê li Kasselê hatibû pîrozkirin.
Navenda Civaka Kurdistanê îsal festîval diyarî şoreşa “Jin jiyan azadî” ya li Rojhilatê Kurdistanê kir. Şîara îsal a festîvalê jî ji xwe îşaret bi vê yekê dikir: “Jin, Jiyan, Azadî ji Rojava heta bi Rojhilat – Bijî tevgera jinên Kurd”.
ji bilî bernameya li ser dikê, ji bo zarokan derfetên lîstikê, xwarinên Kurdistanê û çalakiyên siyasî jî hebûn.
Piştî festîvalê Navenda Civaka Kurdistanê got, “Hema hema salekê piuştî qetilkirina Jîna Amînî bi destê polêsê hîcabê li tehranê, xwepêşandanêîn li dijî rejîma Îranê dewam dikin. Nexasim jî Rojhilatê Kurdistanê navenda protestoyan e. Ji ber astengkirina înternet û ragihandin, wergirtina agahiyan li ser rewşa giştî ya li Rojhilat, Îran û Belûçistanê hema hema ne mumkin e. Ji ber wê yekê me ji bilî bernameya li ser dikê, semîner jî organîze kirin.”
Îna bihurî heta derengî şevê jî festîvalê bi muzîk û govendên Kurdî dewam kir. Navenda Civaka Kurdistanê ji encama festîvalê razî bû û da zanîn ku sala bê jî ew ê festîvalê organîze bikin û hewl bidin bikin yekê ji çalakiyên ji rêûresmê yên li Kasselê.
ANF/KASSEL