Li Hesekê û Şengalê êriş pêk hatin
Sêşem 28 Sibat 2023 - 01:04
Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê da zanîn ku di teqîna li taxa Kelasê ya Hesekê de şervanekî wan û 2 welatî birîndar bûne. Hate zanîn ku birîndarek jineke 70 salî ye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê li ser teqîna li Hesekê daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got;
“Li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê, di seyareyekê de mayinek teqiya. Di encama vê teqînê de şervanekî me birîndar bû. Her wiha 2 welatiyên sivîl ku yek ji wan jineke 70 salî ye, di encama vê teqînê de birîndar bûn.
Der heqê bûyerê de ji aliyê yekineyên me yên têkildar ve xebatên lêkolînê berdewam dikin.”
Li Şengalê 2 fermandarên YBŞ’ê şehîd bûn
Li Şengalê dijî wesayîtekê êrişek hewayî pêk hat. Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ’ê ragihand, di êrişê de ji fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî şehîd bûn û şervanekî wan jî birîndar bû.
NAVENDA NÛÇEYAN