- Mehkemeya Rejîma Îranê ya li Sine, 5 sal cezayê hepsê li çalakgera Kurd Hejar Saîdî birrî û ev ceza taloq kir.
Mehkemeya Rejîma Îranê ya li Sine, 5 sal cezayê hepsê li çalakgera Kurd Hejar Saîdî birrî û ev ceza taloq kir. Hejar Saîdî çalakgera mafê mirovan e. 9´ê Hezîranê rayedarên îstîxbarata Îranê (îtlaet) ew kiribûn nezaretê. Piştî ku 18 rojan girtî ma, di berdêla 30 milyon tumenî de bi kefalet hatibû berdan. Rûniştina doza wê 5´ê Tebaxa bihurî çêbû. hejar Saîdî bi endametiya "yekê ji partiyên Kurd ên muxalif", "Beşdariya xwepêşandanên neqanûnî" û "Peywendî danîna bi karkerên çalakger re" hat gunehbarkirin.
Mehkemê biryara cezakirina Hejar Saîdî da. Hiqûqa Îranê parastina mafên jinan sûc qebûl dike. Li ser wê hat ferzkirin ku mehê carekê li buroya Îtlaetê mehê carekê xwe darîçav bike û îmze bike.
Hejar Saîdî gunehbarî red kiribûn, lê 5 sal ceza lê hat birrîn.
SINE