Li Hatayê dîsa erdhej çêbû

Çarşem 22 Sibat 2023 - 00:53

Li navçeya Defne ya Hatayê bi pileya 6,4 erdhej çêbû. Piştî erdheja ewil, bi pileya 5,8'an erdhejeke din li navçeya Samandagi çêbû. Erdhej li Amed, Edeneyê, Sûriye, Urdun, Iraq, Filîstin, Îsraîl û Misirê jî hate hîskirin.
 
6 kes mirin

Piştî erdhejê li navçeya Antakyayê li Taxa Gaziyê 2 kesên ku xwestin ji avahiya xesardîtî ya 4 qatî eşyayên xwe derxin di bin kavilan de man. Di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê cenazeyên her du kesan ji bin kavilan hatin derxistin.

Di erdhejên Hatayê de heya niha 6 kesan jiyana xwe ji dest daye û li gor daneyên Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca 18 jê giran 294 kes jî birîndar bûne. 

Nekevin avahiyên xisarliwanbûyî

Piştî erdhejên Mereşê li Amedê gelek avahî xesar dîtin. Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê, piştî erdhejên bi pileya 6,4 û 5,8'an li Hatayê çêbûn, gelê bajêr hişyar kir. Platformê gel hişyar kir ku nekevin avahiyên xesardîtî yên li taxa Mevlana Halît, Şeyh Şamîl û Hûzûrevleriyê. 

73 erdhejên biçûk rû dan

Piştî erdheja bi 6.4 pileyî ya li navçeya Defneyê, 73 erdhejên biçûk rû dan. Li gorî daxuyaniyên AFAD'ê, piştî erdheja bi 6.4 pileyî ku li navçeya Defne ya Hatayê rû da, 73 erdhejên biçûk qewimîn. Navçeyên cûda yên Hatayê bi 45 ji van erdhejên biçûk hesiyan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.