Li Frankfurtê Festîvala Dêrsimê

Nûçeyên Dîaspora

În 26 Gulan 2023 - 00:01

Festîvala Çandê ya Dersimê îro û sibe li bajarî Elmanyayê Frankfurtê bi dirûşma 'Piştevanî wê bide jiyan’ bi rê ve diçe. Dahata festîvalê wê îsal ji mexdûrên erdhejê re bê şandin.

Festîval weke par dîsa li Frankfurtê, li Rebstockpark tê lidarxistin. Îro festîval bi panêla bi sernavê ‘Bila Komara Tirk Qirkirinan Qebûl bike! Guherîna Demografîk Rawestîne’ tê dest pê dike. Moderatoriya panelê dê Sevda Guney dike û Endamê Komîteya Jineolojiyê Haskar Kirmizigul, Nivîskar Turabî Saltik û Lêkoler Îmam Canpolat weke qiseker beşdar b*dibin. Êvarê jî bi beşdariya Dayê Dîdar û Pîr Huseyîn Yagmur erkana cem dê bê avakirin.

Roja duyemîn a jî bi panelekê dest pê dike: Lêkoler Nezahat Gundogan, ji Tevgera Jinên Kurd Besîme Konca û Perwerdekar Încî Kaya beşdarî panela "Jin, zarok û bawerî" dibin.

Di sehneyê de jî saet di 13.00’an de bi gulbang bên xwendin.

Parlementerên Partiya Çep a Kesk, Serokê Federasyona Komeleyên Dersimê Ozkan Tacar, Hevserokê Federasyona Yekîtiya Elewiyên Ewrûpayê Huseyîn Mat, Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk, Serokê Federasyona Yekîtiya Demokratîk a Ewrûpayê ya Dersimê Muharrem Erdogan, Hevseroka Kongreya Avakirina Dersimê Hulya Yer, Nûnerên Cemaeta Ermenî, parlamenterên federal ên Elman û Şaredarê Frankfurtê wê biaxivin.

Hunermendên ku derkevin ser dikê jî ev in: Ayfer Dûzdaş, Ferhat Tunç, Huriye Ahuzar, Grup Munzur, Ozan Rencber, Leyla Soysûren, Hasan Saglam, Ozan Serdar, Koma Umuda Haykırış û Arêyê Kay.

Wênesaz Serpîl Odabaşi jî dê di festîvalê de berhemên xwe yên li ser çewisandin, komkujî û serhildanên Kurdan nîşan bide.

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.