- Meydana mişt û bernameya govendê rengê cejnê yê Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 31´ê xweşik nîşan da.
SILÊMANÊ ZAXURANÎ / FRANKFURT
Festîvala Çandî ya herî dirêj a Kurdên li Ewrûpayê, îsal cara 31´ê li Frankfurtê hat lidarxistin. Frankfurtê havînê rojeke ewqasî germ nedîtibû. Ew jî bû nesîbê Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 31´ê. Kela germa ji ber havînê mayî, li aliyekî xweş bû, li aliyê din ji bo zarok, kal û pîran barekî giran bû. Lê xelkê hem xwe dûrî bernameya festîvalê nekir, hem jî xwe parast. Darên li çarhêlên meydana festîvalê ji bo gelekan bûn star. Jixwe ji bilî wê bernameya dewlemend a çandî nexasim jî ciwan li ber sehneya navendî kom kirin.
Herçî govend bû, kes li benda sehnê nema. Geh li wir û gel li wir li dora daholvanekî, yan jî li dora stranbêjekî ciwanan, keç û xortan govend gerand.
Komîteya Amadekar zarok ji bîr nekirin îsal: Hem Zarok Mayê ji wan re li def û teblikê da û ew jî hîn kirin, û hem jî di konê ji bo zarokan de ji bo zarok mijûl bibin, lîstik, pênûs û reng hatin amadekirin. Hasilî, zarokan kêf kir.
Îsal dezgeh ji carê bêhtir û dewlemendtir bûn. Hem dezgehên xwarinê xelk têr kirin û hem jî dezgehên kitêban qet vala nediman. Ez rexneya xwe li dezgehê kitêban bikim: Dîsa pirraniya xitêban bi Tirkî bûn. Xelkê li kitêbê Kurdî dipirsî, ji ber ku kitêbên dezgehan ên bi Kurdî zêde nayên nûkirin, kêm bûn. Lê Omer Guneş kitêbên xwe anîbûn, û ji min re got, ji nava wan herî zêde xelk li ya li ser Şakiro dipirse. Çima: Weke Ehmedê Xanî gotî bazar kesat e; “Yeke bi Kurdî bê firotin, diduyên bi Tirkî tên firotin.
Ji dûr ve min silavek da Bermal Çem jî, “xerîdarên” wê pirr xuya bûn. Min bi henekî got, “Reklama kitêba te - Çemê Stranan - baş nehatiye kirin.” Wê li min vegerand: “Na na, baş kirine…” Xwedê dizane baş kirine, lewma wê kêliya ez li wir ew betal nedibû.
Çavên min bi Hozan Dilovan jî ket, piştî silav û kilavê, got, “Ev kitêba li ser hunerê min karekî baş e, wele.” Ez jî pê re me, karekî baş e û divê zêdetir bibin, kitêbên wiha yên belgename.
Axir germa zêde zêde li me nehat, her du zarokên min jî pirr tîbûn, ji ber wê ez bêhtir bi wan daketim. Lê dîsa jî gotineke din bikim. Rojnameya me li wir careke din dît, bazara Kurdî kesat be jî, xwediyê wê hene. Divê em wan çêtir û bêhtir bibînin, em bi qedrê wan çêtir zanibin.