Di encama teqîna volkanê Merapî de ku li rojavayê Endonezyayê ye, herî kêm 11 kes mirin.
Çiyayê volkanîk Merapî yê li girava Sûmatrayê, roja Yekşemê teqiya. Serokê saziya lêgerîn û rizgarkirinê Abdul Malîk got, "Hîn 26 kesên nehatine veguhastin hene. Me 14 ji wan dît, 3 jê sax bûn, 11 miribûn." Malîk diyar kir ku sê kesên sax hatin rizgarkirin li nêzî kraterê bûn û got, "Lawaz bûbûn û bedena hin ji wan şewitî bû." Abdul Malîk anî ziman ku 12 meşvan hîn jî winda ne û ragihand ku 49 kes ji çiyê daketin, hin ji wan rakirin nexweşxaneyê. Serokê Navenda Xeteriyên Jeolojîk û Volkanolojî ya Endonezyayê Hendra Gûnawan roja Yekşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku xweliya ji devê Çiyayê Merapî fûriya bi 3.000 metreyî bilind bû. Endonezya li ser Xeleka Agir a Pasîfîkê ye û li vî welatî nêzî 130 volkanên çalak hene.
NAVENDA NÛÇEYAN