Li Efganîstanê tundiya mêr

Çarşem 26 Sibat 2025 - 02:45

Li Efganîstana ku Talîbanê bi rê ve dibe, şîdeta li dijî jin û zarokan her ku diçe zêde dibe. Di mehekê de li bajarên cuda 11 jin hatin qetilkirin, jinek û zarokek jî di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dan. Piraniya sûcdaran endamên Talîban in.

Piştî ku Talîbanê di 15’ê Tebaxa 2021'ê de dest danî ser rêveberiya Efganîstanê, li welêt zext, qedexe, komkujî, tacîz û sûcên tecawizê yên li ser jinan zêde bûn. Li gorî çeteleya ku servîsa Farsî ya ajansa NÛJINHA'yê ya li ser nûçeyên ku teyisîne kom kiriye; Di meha sibatê de li Efganîstanê 11 jin hatin qetilkirin, jinek û zarokek jî di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dan. Di pirraniya bûyeran de kesên sûcdar endamên Talîbanê ne.

Bûyerên ku di çapemeniyê de hatin weşandin wiha ne:

*2’ê Sibatê: Li navçeya Alîşar a girêdayî parêzgeha Xostê di êrîşa çekdarî ya li dijî malbatekê de 3 jin hatin qetilkirin.

*3’ê Sibatê: Jina ciwan a ku nû zewicîbû û şîdet lê hat kirin li navçeya Zharî ya parêzgeha Kandaharê di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da. Mirina wê wekî "întîxar" hat qeydkirin.

*3’ê Sibatê: Endamên Talîbanê li navenda bajarê Çarikar ê parêzgeha Perwanê ketin mala welatiyekî. Di encama nîqaşa ku li vir derket de endamên Talîbanê jinek kuştin û hevserê wê jî birîndar kirin.

*4’ê Sibatê: Fermandarekî Talîbanê li navçeya Qads a parêzgeha Badghisê di malekê de du jin kuştin.

*6’ê Sibatê: Çekdar li bajarê Taleqan ê parêzgeha Texarê ketin malekê û jinek 60 salî û hevjînê wê yê 73 salî kuştin û destdirêjiyê li keça wan a 13 salî kirin.

*6'ê Sibatê: Li navçeya Çapa ya Kunarê jinek ji aliyê mêrê ku pê re zewiciye ve hat qetilkirin.

*11'ê Sibatê: Li navçeya Baglan a Kunduzê jinek ji aliyê mêrê ku pê re zewiciye ve hat qetilkirin. Hat hînbûn ku jin nû zewiciye.

*12’yê Sibatê: Li navçeya Nurgram a parêzgeha Nuristanê di encama şer û pevçûnên navbera du malbatan de jinek û 2 mêr hatin kuştin.

*15'ê Sibatê: Li Bamyanê keça bi navê Mehdiye ya 17 salî di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da. Mirina Mehdiye wek "întîxar" hat qeydkirin.

*17'ê Sibatê: Li navçeya Kameh a Nangarharê jineke ciwan bi amûra birînê hat qetilkirin. 

NÛJINHA/KABÛL/BAHARÎN LEHIB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.