Li DYE’yê 6 kes hatin kuştin

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 29 Adar 2023 - 01:22

  • Li DYE’yê kesekî êriş birin ser dibistaneke seretayî û di encama êrişê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da. 

Li eyaleta Tennessee ya DYE’yê kesekî êriş birin ser dibistaneke seretayî û di encama êrişê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da. Ji van sê kes zarok bûn. Êrişkar li cihê bûyerê hate kuştin.

Li bajarê Nashville ev êrişa çekdarî qewimî. Êrişkar, êrişî dibistana taybet a Xiristiyanan a bi navê The Covenantê kir.

Êrişkarê ku ket dibistana qederê 200 xwendekarên ji bexçeyê zarokan heta refa 6’an lê hene, 3 zarok 3 xebatkarên dibistanê kuştin.

Li gorî daxuyaniya polêsan, êrişkar li cihê bûyerê hatiye kuştin. Piştî êrişê dê û bavan ji Qesra Spî û Kongreyê xwest ku qanûnan kontrolkirina sîlehan dijwartir bike. Li gorî wan sedema sereke a kuştinên komî û nexasim kuştina zarok û ciwanan, nebûna qanûnên dijwar û hişk ên kontrolkirina sîlehan in.   

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.