- Yewnanistan dixwaze hem baregehên xwe û hem jî bajarên xwe ji roketên menzilkurt ên dewleta Tirk jî biparêze.
Yewnanistan dixwaze giravên xwe yên li Derya Egeyê biparêze, û ji bo vê jî lê difikire ku Îsraîlê sîstemeke “Iron Dome” (Qubeya Hesinî) bikire.
Yewnanistan her diçe bêhtir tehlûkeya dornên bi sîleh ên dewleta Tirk hîs dike. Li dijî van bi kar anîna balefirên şer yan jî mûşekên patriot, gelekî buha ye. Ji ber wê jî Yewnanistan li alternatîfekê digere.
Yek ji alternatîfan tevneke versiyonên Qubeya Hesinî yên piçûk e ku wê li giravan bên bicihkirin. Bi vî awayî Yewnanistan dixwaze hem baregehên xwe û hem jî bajarên xwe ji roketên menzilkurt ên dewleta Tirk jî biparêze. Lê di heman demê de sîstemên Iron Dome dikarin cihê ku roket jê tên avêtin jî tesbît bikin.
ATÎNA