Li dijî sêdare û qirkirina jinê

În 25 Îlon 2020 - 15:30

  • KJAR’ê li dijî kirinên faşîst, dagirker û destavêtinê yên dewlet-zilam, pêngava ‘Li dijî sêdare û qirkirina jinê dema parastina jiyana azad e’ ragihand.

KJAR’ê li dijî kirinên faşîst, dagirker û destavêtinê yên dewlet-zilam, pêngava ‘Li dijî sêdare û qirkirina jinê dema parastina jiyana azad e’ ragihand. KJAR’ê di daxuyaniya xwe de got; “Heya Rêber Apo azad nebe, jin jî azad nabin, ji bo vê pêwîste jin hemû bi xurtî tevlî pêngavê bibin.”
Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi daxuyaniyeke nivîskî pêngava ‘Li dijî sêdare û qirkirina jinê, dema parastina jiyana azad e’ ragihand.
KJAR’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew jî bi dirûşmeya “Ji Sêdaran re na, ji demokrasiyê re belê’’ tevlî nav pêngavê dibin û got, ‘’Em ji 7 heya 70 salî, bang li hemû jin û gelan dikin, li beramberî kiryarên faşîstane, dagirker û tecawizkar ên dewlet-zilam serî rakirin. Ji bo faşîzm, dagirkirin û qirkirina jinê bi dawî bibe beşdarbûna jinan ji bo hamleya ku bi durişma “Li Dijî Sêdare û Qirkirina Jinan, Dema Parastina Jiyana Azad e” dest pê dike çi qas zêde be û her ku dengê têkoşînê bilind bibe, wê ewqas jî ruhê netewî, yekitiya civakî û azadî jî pêş bikeve.’’
KJAR’ê di daxuyaniyê de bal kişande ser polîtîkayên darvekirin, zext û zordarî, êşkenceyê yên Îranê û diyar kir li dijî van zext û zorî û pêkutiyan têkoşîna bi dirûşmeyan, ‘’Li Dijî Sêdare û Qirkirina Jinan, Dema Parastina Jiyana Azad e’’ bivenevê ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.