Li Çînê balafirek kete xwarê

Duşem 21 Adar 2022 - 22:24

  • Li Herêma Xweser a Guangşi Zhuangê ya Çînê balafirek ku 132 kes tê de bûn kete xwarê.

Li Herêma Xweser a Guangşi Zhuangê ya Çînê balafirek ku 132 kes tê de bûn kete xwarê.

Li gorî televîzyona cemaweriyê, balafira rêwiyan li nêzî bajarê Wuzhuyê kete xwarê ku li başûr rojavayê welêt e. Bîlançoya ketina balafira şîrketa China Eastern hînê nehate eşkerekirin.

Doh hate ragihandin ku balafir li gorî dema herêmê saet di 13:00 de ji bajarê Kunmingê rabû û ber bi bajarê Cantonê ve diçû ku bi 1300 kîlometre dûr bû.

Rêveberiya hewakariya sivîl ragihand ku pêwendiya bi balafirê re li bajarê Wuzhuyê li herêmeke çiyayî qut bû. Di daxuyaniya nivîskî de hate piştrastkirin ku balafir ketiye û komeke rizgarkirinê ber bi herêmê ve hatiye şandin.

Li gorî agahiyan di balafirê de 123 rêwî û 9 personel hebûn.

PEKIN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.