Li Çînê 47 kes mirin

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 23 Çile 2024 - 02:25

Li herêmeke eyaleta Yûnnan a li başûr-rojavayê Çînê erd heziya û 47 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî ajansa nûçeyan a Çînê ya Nû, li gundê Lîangshûî ya li navçeya Zhenxîongê serê sibehê erd heziya û 18 mal di bin de man. Hate ragihandin ku 47 kes di binê axê de man û jiyana xwe ji dest dan.

Saziya weşanê ya dewletê CCTV got:"Zêdeyî 200 kes bi rengekî lezgîn hatin veguhastin û 10 ekskavator, 33 wesayitên agirkujiyê û zêdeyî 200 wezîfedarên rizgarkirinê ji bo karên lêgerîn û rizgarkirinê hatin seferberkirin." Bikarhênerên tevna medya civakî ya Çînê Douyin dîmen weşandin û tê de gundekî çiyê tê dîtin ku bi berfê girtî ye û ji ber hezazê xaniyên li gund kêm têne dîtin. Li gorî CCTV'ê, Serokdewletê Çînê Şî Cînpîng ferman da ku xizmetên rizgarkirinê ji bo kêmkirina windahiyan her tiştî bikin. Yûnnan eyaleteke çiyayî ye ku gelek komên etnîkî lê hene û hîn jî yek ji eyaletên herî xizan ê Çînê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.