Hefteya Çanda Kurdî ya li Brukselê, îro bi resepsiyonekê dest pê kir. Vlaams Huisê mêvandariya vê resepsiyonê kir. Serokê Vlaams Huisê, di respesiyonê de got, “Miletê Kurd ê li Flandres (herêmên Flaman ên Belçêkayê) ne tenê ye, dostên wî hene.”
Paşê meşa folklorîk a ji rêûresma vê hefteya çandê, saet 12´an li ber def û zirneyê heta bi Meydana Spanyayê pêk hat. Li vir konê Kurmancî hat vedan û heta 28´ê Tebaxê çalakiyên hefteya çandê ya Brukselê wê dewam bikin.
BRUKSEL