- Di encama teqandina wesayîteke eskerî ya artêşa Tirk a li Herêma Biradostê de, 10 eskerên dewleta Tirk hatine kuştin.
Li gorî agahiyên ajansa nûçeyan Rojnewsê, di encama teqandina wesayîteke eskerî ya artêşa Tirk a li Herêma Biradostê de, 10 eskerên dewleta Tirk hatine kuştin.
Çavkaniyên ku Rojnews nûçeya xwe disipêre wan, ragihandine ku artêşa Tirk bi helîkopteran cenazeyên eskeran rakirine. Çavkaniyan ragihandiye ku gerîlayên HPG´ê wesayîta eskerî teqandiye.
Herwiha tê gotin ku leşkerên Tirk li gundê Şapanî yê ser bi Biradostê, gule berdana ser xelkê herêmê. Li gorî agahiyan di encama êrişa lekerên Tirk de, welatiyek birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneya Mêrgesorê.
DIHOK