Li Bane pêşangeha wêneyan

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 7 Mijdar 2024 - 17:15

  • Pêşangeha Rêxistina Wênegir a Banê di navbera 2 û 5’ê Mijdarê de hate lidarxistin. 13 jê jin 19 hunermend bi tabloyên xwe beşdarî pêşangehê bûn. 

Piraniya wêneyên di pêşangehê de hatin pêşandan derbarê xweza, jin û navçeyê dîrokî de bû ku hunermendan di çarçoveyek cûda de wêne xêz kirine.
Amadakariyek bi hêz ya jinan di pêşangeha wêneyan ya Bane de hebû. Ew mijarên ku li ser wan nîqaş kirin bi giranî li ser jinên Kurd bûn û wêneyên bedew ên jinan xêz kirin. Pêşangeh ji aliyê xelkê ve bi awayek baş hate pêşwazîkirin û di heyama çar rojan de çend hunermend, nivîskar û xelkên bajarên cuda ji bo piştevaniya karên hunerî serdan kirin.  
Arzû Ghafûrî, Hoşyar Reşîdî, Hemn Ehmedpûr, Nazîla Kerîmpûr, Jîno Ezîzpûr, Zana Mihemedî, Jiyar Şahîdî, Mihemed Hesenî, Yemanî Fethî, Hadiya Hosseinpour, Narîna Reşîdî, Sarva Kawyan, Nîla Salihî, Adil Mihemedî, Hawar Êzdîf, Nahîde Mewlûdî, Şeyda Zariyan û Jewan Abdullahi beşdarî pêşangehê bûn. Tomarkirina rûyê jinên kurd, deverên dîrokî û dîmenên xwezayî yên xweş di wênekêşiyê de pir girîng e. Wênegirî li bajarê Bane bi riya hunermendan û dostên hunerê tê rêvebirin. 

Tevî astengiyan jî digihîjin xeyalên xwe
Hunermend Sara Qaderî ku ji xelkê Bane ye ji bo dîtina berhemên van hunermendan çûbû pêşangeha hefteya wêneyan ya Bane got: “Ji bo dîtina berhemên hunermendan, ez hatim vê pêşangehê. Hunermendan jî li ser pirsa weke jin, pirsgirêkên civakê û xwezayê kar kirin e. Min ji bo piştgirîkirina van hunermanedan wêneyê jinek Kurd hilbijartiye. Divê portreyê de jinek Kurd heye ji ber êşên ku kişandiye rûyê wê qurmiçî ye. Wêne pelek di dîroka hemû netewekê de ye, divê zêdetir piştgiriya wênekêşên jin were kirin.”  
Ev di demekê de ye ku hunermendên jin li bajarên wekE Bane rû bi rûyî kêmbûna derfetan, polên perwerdeyê û cihên pêşangehên wêneyan tên. Lê belê tevî astengiyan jî digihêjin xeyalên xwe.  LANE MIHEMEDÎ / JÎNHA/BANE

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.