Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika Don Kîxot doh derket pêşberî şanohezan.
Şanoya Bajêr a Amedê piştî pandemiyê ji nû ve dest bi lîstikên xwe kir. Şanoya Bajêr, piştî demeke dirêj bi lîstika Don Kîxot derket ser dikê.
Şano ji romana Miguel De Cervantes a bi navê Don Kîxote hatiye wergirtin. Ê ku şanonameya wê amade kiriye Ferhad Feqî ye. Her wiha Feqî derhênerê lîstikê ye jî. Wergêra lîstikê nivîskar Dilawer Zeraq kiriye. Lîstikvanên Şanoya Bajêr Ozcan Ateş, Şahabettîn Dag, Berfîn Emektar, Dîcle Guneş Yavûz, Ozkan Şeker û Şîlan Alagoz di lîstikê de cih girtin.
AMED