Leşkeran kuşt û tezmînat xwestin

Duşem 23 Hezîran 2025 - 03:00

Ji malbata Mehmet Yildirim ê li Licê ji hêla leşkeran ve hatibû kuştin, ji bo leşkerê birîndar bûyî 48 hezar û 96 TL tazmînat hat xwestin.

Mehmet Yildirim (45) ku bavê 4 zarokan bû, di 24’ê Gulana 2024’an de li gundê Nenyasê yê navçeya Lice ya Amedê ji hêla leşkerên derketin operasyonê ve hate kuştin. Ji bo serpel Y.S. ku hat diyarkirin ku di dema operasyonê de birîndar bûye, daxwaza tazmînatê hate kirin. Komîsyona Tazmînata Neqdî ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, di 1’ê Gulanê de biryar da ku ji Y.S. re 48 hezar û 96 TL tazmînat were dayin. 

Piştî biryara tazmînatê, der heqê hevjîna Mehmet Yildirim Sevîm Yildirim , bavê wî Yemlîhan û dayika wî Ziynet Yildirim doza “dosyaya deynê şexs” hate vekirin. Ji her sê kesan jî tevî faîzê wê 48 hezar û 96 TL tazmînat hat xwestin. Di kaxiza deyn a ji malbatê re hatiye teblîxkirin de hat xwestin ku ev pereye di nava 30 rojan de were dayin. Di teblîxê de hate gotin ku heke deyn neyê dayin dê endamekî malbatê têkeve ber îcrayê. 

Em vê dozê qebûl nakin 

Xwişka Mehmet Yildirim Kudret Balta bertek nîşan da û got: “Em vê dozê qebûl nakin.”

MA / AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.