Lehî bû sedema qezeya trênê

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 8 Tebax 2023 - 12:58

Ji ber lehiyê, li Swêdê xetên trenê zirar dîtin û bû sedema ji rê derketina trenek rêwiyan.

Bandora barana zêde li Swêd bû sedema ji rê derketina trenekê. Tren di navbera bajarê İgesûnd û Hudîksvall de kar dikir.

Ragihandina Ewropa di derheqê qezayê de agahî parve kir û hate gotin ku ji 120 rêwiyên trenê de 3 kes birîndar bûne. Li gora agahiyên destpêkê ji ber lehiyê erdên ku xeta trenê li ser bû, nerm bûye û giraniya trenê ranekiriye.

Li gora dîmenên hatine parvekirin jî axa di bin xeta trenê de şemitiye û bûye sedema qelibîna trenê.

Li gora agahiyên hatine parvekirin birîndar rakirine nexweşxaneyan.

BERN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.