Lêgera li çanda Kurdî ya li Anatoliyayê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 6 Cotmeh 2022 - 02:31

OMER YUCE/VIYANA

Derhêner Omer Leventoglu û Esin Akgul Guneş, lêgerîn û serpêhatiya Kurdên Anatoliya Navîn bi belgefilmeke drama ya bi navê “Lêger” kirin berhemeke sînemayê. Bi desteka Platforma Kurdên Anatolîya Navîn (PKAN) film hat çêkirin. Film wê 8’ê Cotmehê li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê li hola sînemayê ya Metropol Filmkunstkino galaya xwe bike. 

Omer Leventoglu ku ji rojnamevaniyê heta bi nivîskarî û sînemayê li gelek waran berheman hildiberîne, ji bo filmê dibêje, wan Lêger çêkiriye da ku pêşiyê li wê yekê bigirin, li ser dîrok û çanda Kurdên Anatoliya Navîn agahiyên şaş weke çavkanî werin nîşandan û belavkirin. 

Çîroka filmê bi reflekseke şexsî ya gerîna li kokên xwe dest pê dike. Ev çîrok me dibe nava dinyaya malbatekê, ji wir ber bi nav cîhana eşîrekê û ji wir jî dibe nav cîhana neteweyekê.

Belgefilm li aliyekî li bersivên wan pirsên weke, civaka Kurd a li Anatoliya Navîn ji ku hat, çawa li vê deverê bi cih bû, jiyaneke çawa dewam kir. Di heman damê de belgefilm hewl dide wêneyekî çandî-siyasî yê Kurdên Anatoliya Navîn xêz bike. 

Belgefilm esas nerazîbûneke ji hewldanên TRT’sê yên weke Tirk nîşandana Kurdên Anatoliya Navîn e jî. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.