AHMET KANBAL
MA/MÊRDÎN


Sercerdevan Şîrîn Akçay ê ku li Midyadê Mazlum Çelîk qetilê kiribû, tevî 2 birayên xwe hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku piştî bûyerê cerdevanan gef li malbatê xwarine. 

Li gundê Meskenê yê ser bi navçeya Midyadê ya Mêrdînê, pêr sercerdevanê keya Şîrîn Akçay û birayên wî Veysî û Mahsum Akçay bi sîlehan êrişî Mazlum Çelîk ê 28 salî kir û ew qetil kirin.  

Hat zanîn ku piştî êrişê, Şîrîn Akçay û birayên wî Veysî û Mahsum Akçay hatin binçavkirin. Piştî karên li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Midyadê 3 kesên hatin binçavkirin şandin Edliyeya Midyadê.

Birayê mezin ê Mazlûm Çelîk, Îdrîs Çelîk ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re got, dema birayê wî pereyê heqê xwe xwestiye di navbera wan de nîqaş derketiye û pişt re jî çêrî birayê wî kirine û gule li birayê wî reşandine. Çelîk anî ziman ku dewletê bi dayîna çekan malbata Akçay di nava gund de hişt û diyar kir ku ew li gund cerdevan in û bi çekan gel tehdît dikin.

Çelîk got, “Cerdevanan bi çeka dewletê êrişî birayê min kir û qetil kir. Maf û edalet tine. Em ji bo mafên xwe têdikoşin.” Çelîk diyar kir ku dê cenaze li gund veşêrin û derdora gund ji aliyê cendirmeyan ve hatiye dorpêçkirin û got, “Çi dibe bila bibe, em ê cenazeyê xwe bibin gund û defin bikin. Heger astengiyan derxin, em ê dîsa cenaze bibin gund. Em ê cenazeyê xwe li erdê nehêlin."

Xizmê Çelîk ê hatiye qetilkirin jî diyar kir ku piştî kuştina Çelîk cerdevan û birayên wî çûne mala malbatê û gef li malbatê xwarine. Wan got, Akçay û xizmên wî bi nasnameya xwe ya cerdevaniyê zilm li gundiyan kirine.