Li paytexta Norwêcê Osloyê Kurdistaniyan û dostên wan, zilma dewleta Îranê, nexasim jî girtin û kirina nezaretê ya çalakger û xwendekaran protesto kir.
Li Rojhilatê Kurdistanê dewleta Îranê zextên xwe zêde dike. Wê van demên dawiyê bi dehan çalakger û xwendekar kirin nezaretê yan jî girtin. Herî dawî 3 çalakgerên jin hatibûn girtin û hejmara çalakgerên di Çile de girtî nêzî 40´î bûbû.
Ji bo protestokirina vê zilma dewleta Tirk li dijî civaka Kurdistanê, komîteya PJAK´ê ya Norwêcê li ber sefareta Îranê ya li Osloyê çalakiyek organîze kir. Di çalakiyê de li ser navê Federasyona Zindaniyên Kurdistanê jî daxuyaniyek hat dayîn. Federasyonê bal bire ser zexta rejîmê û êşkenceya li hepsiyan tê kirin û ev zilm rûreş kir.
Ji Komîteya Piştgiriya bi Kurdistanê re (Solidaritet med Kurdistan) parlamenterê berê Erling Folkvord jî destek da çalakiyê.
OSLO