Kurdên Rojhilat NY rûreş kir

În 21 Gulan 2021 - 04:30

Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê yên ku li benda biryara li ser doza xwe ya penaberiyê ne, li ber avahiya nûneriya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê xwepêşandan li dar xist. 

18'ê Gulanê Mihemed Mehmûdî yê ji Bokanê, li heman cihî benzîn bi xwe dakir, û agir berda canê xwe. Di encamê de ji sedî 90'ê laşê wî şewitî. beriya xwe bişewitîne, wî li ber kamerayan got, "Ev çar sal in weke kûçikên li kolanan em dijîn." Rojnamevanên ku hewl nedan wî asteng bikin yan jî agir vemirînin, gelekî rexne li wan hatin girtin. 

Kurdên ji Rojhilat zên ku doh xwepêşandan li dar xist jî NY protesto kir ji ber kuk ew xemsariyê beramberî penaberên ji Rojhilat dike. Hin ji çalakgeran dibêjin ev bi dehan sal in ku ew li benda biryarekê ne. Lê ew naxwazin li Başûr bimînin, ew dixwzin li welatekî sêyem bên bicihkirin. 

Xwepêşandêran ji NY'yê xwest zû bersivekê bide dozên wan ên penaberiyê.

 HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.