Kurd û Zapatîstayî civiyan

Şemî 25 Îlon 2021 - 01:14

Zapatîstayî û Kurdan li bajarê Elmanyayê Frankfurtê, li Frankfurt Exzessê hev dît û peyama têkoşîna hevpar û piştgiriyê dan. 

Zapatîstayiyan ji 5 parzemînan da rê û çarşema bihurî gihîştin Frankfurtê. Di vê meşa xwe ya dirêj de Zapatîstayî her wiha dixwazin xwe bigihînin miletên weke wan têdikoşin, serî hildidin jî. Zapatîstayî dibêjin; ”Em dixwazin guh bidin yên din û ji wan hîn bibin”. Pêr êvarê Zapatîstayî bi Kurdan re li Exzessê hatin cem hev. Nûnerên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), pêkhateyên Meclîsa Gel, Civaka Azad di vê hevdîtinê de behsa rabihuriya têkoşîna xwe kir. Koma Zapatîstayî jî behsa rabihuriya têkoşîna xwe kir. Piştre Kurdan ew agahdar kirin li ser Tevgere Azadiyê ya Kurd, Konfederalîzma Demokratîk û îdeolojiya azadiya jinê. Gava ku Zapatîstayî gihiştin Frankfurtê Kurdan û înternasyonalîstan ew girseyî pêşwazî kiribûn. Zapatîstayî wekî din bi Meclîsa Jinan a Kurd a Amara ya Frankfurtê re jî civiyan. 

Hikûmeta Meksîkî hat rûreşkirin

Li paytexta Swîsreyê Bernê jî li ber sefareta Meksîkayê, êrişa hikûmeta meksîkî li dijî gerîlayên Zapatîstayê hat rûreşkirin. Alîgirên Zapatîstayiyan ên li Swîsreyê, înternasyonalîstên Swîsreyî û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd tevlî çalakiyê bûn. 

Di êrişa hikûmet Meksîkî de 11’ê Îlonê du gerîlayên Zapatîstayî hatibûn revandin. Dîtira rojê jî hêzên paramîlîter gerîlayekî Zapatîstayî hat qetilkirin. Li ber sefaretê bi daxuyaniyekê hat gotin: ”Ev bêhtirî 40 salan e ku Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîsta (ELZN) û Tevgera Zapatîsta li dijî siyasetên mêhtingeriyê yên kapîtalîst têdikoşe. Em dixwazin li Swîsre û li Ewrûpayê pişta Zapatîstayiyan bigirin û destekê bidin têkoşîna wan. Hikûmeta Meksîkayê divê tavilê gerîla José Antonio Sánchey Juárez p Sebastián Nuñuez Pérez serbest bike.”

FRANKFURT/BERN

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.