Zapatîsta û Kurd tên cem hev

În 24 Îlon 2021 - 01:16

  • Baskê pêşî yê meşa Zapatîstayan ku wê li pênc parzemînan bi rê ve biçe, pêr gihişt Frankfurtê. Saziyên Kurd jî Zapatîstayiyan bikin mêvan.

Baskê pêşî yê meşa Zapatîstayan ku wê li pênc parzemînan bi rê ve biçe, pêr gihişt Frankfurtê. Saziyên Kurd jî Zapatîstayiyan bikin mêvan.

Baskê pêşî yê meşa Zapatîstayan, gihişte Ewrûpayê. Rawestgeha pêşî ya heyetê Viyana bû. Pêr ew li rawestgeha xwe ya diduyan Frankfurtê bûn.

Par 5’ê Cotmehê Tevgera Zapatîsta (EZLN-CCIG) bi danezana ‘’Li Deryaya Vekirî Çiyayek’’ ragihandibû ku ji Nîsana 2021’an û pê ve, ew ê delegasyonên Zapatîsta bişînin pênc parzemînan û delegasyona pêşî 13’ê Tebaxa 2021’an wê ji Madrîdê bide rê.

Endamê Meclîsa NCDK (Navenda Civaka Demokratîk a Kurd) a Frankfûrtê Ercan Ayboga got, NCDK a Frankfurtê û pêkhateyên Meclîsa Civaka Azad Zapatîstayan dikin mêvan: ‘’Li gel gelek rêxistinên çepgir ên Elman pêkhateyên NCDK a Frankfurtê jî milîtanên Zapatîsta pêşwazî dikin.’’

Ayboga got, ‘’Fikrên me û Zapatîstayiyan ji hev ne cihê ye. Ji vî aliyî ve ya wan xweseriyeke fiîlî û pratîk heye, weke Kurdistanê xwedi pratîkeke şoreşger in. Em pêkhateyên NCKD’yê vê heftiyê 3 caran bi milîtanên Zapatîsta re tên cem hev.’’

Doh înternasyonalîstên nêzî tevgera Kurd bi milîtanên Zapatîsta civiyan û Konfederalîzma Demokratîk gotebêj kirin. Êvarê jî li saziya EXZESS’ê Kurd û milîtanên Zapatîsta hatin cem hev, Civaka Azad û pêkhateyên NCKD ya Frankfurtê di vê kombûnê de hazir bûn. Îro (24’ê Îlonê) jî Meclîsa Jinan a Kurd a Amarayê bi heyeta Zapatîstayî re kom dibe.

Ayboga herî dawî bi bîr xist ku 16’ê Cotmehê bi tevlîbûna ji her devera Elmanyayê li Franfurtê wê meşeke mezin a tevî milîtanên Zapatîsta BAF bê protestokirin. BAF li Elmanyayê ew sazî ye ku destûrê dide firotina çekan. 

FRANKFURT

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.