Kurd rejîmê boykot dikin

Çarşem 12 Gulan 2021 - 16:02

Li ser hilbijartina serokkomarê Îranê ya îsal, KODAR û PJAK'ê bi daxuyaniyekê got, ''Bi baweriya tekoşîna demokratîk û radîkal a gelan û nebûna zemîna hilbijartineke azad û demokratîk, em bi şêwazekî eşkere hilbijartina 13'an a Serokkomariya Îranê boykot dikin.''

Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê KODAR û Partîya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK'ê bi daxuyaniyeke hevpar bang li gelên Îranê kir da ku hilbijartina 13'an a Serokkomariyê ya Îranê boykot bikin. 

KODAR û PJAK'ê got, ''Bêguman her dengek gulleyek ber bi kolberan, dara îdamê û kêmkirina jinan û têkbirina jîngehê ye. ''

Di daxuyaniya hevpar de xisûsên li ser sedema boykotkirina hilbijartinê wiha hatin ravekirin:
- Zêdetirî çil sal zilm û zorî, qikirina çandî, sîyasî û aborî bi şêvazekî kirêt dewam  kiriye û guhertineke herî piçûk jî nehatiye dîtin, mafên neteweyên jêrzilmê Kurd, Lor, Ereb, Azerî,  Belûcî  û hwd. binpê bûye. 
- Di pêvajoya hakimîyeta pergala ‘komara vilayî’ de hemû serhildanên gelan serkut bûne. Serhildanên zivistana 96'an û payîza 98'an ji mînakên eşkere û dîrokî ne. 
- Gelê Îranê ji vê pergalê pirr aciz û nerazî ye û bi serhildanan, salên bihrurî xwepêşandanên rojane ê hemû nifşan ev tişt eşkere nîşan daye. Lewma divê em rêzê bigirin ji vê helwesta gelan û li gorî wê, baykotkirinê wek nêzîkatîyeke demokratîk radîkal dibînin.
- Nêzîkatiya rejîm û hemû balên wê li hemberî mesela Kurd wek hev, faşîstî û dijminane ye. Niha jî dev ji stratêjîya qirkirina çandî û sîyasî û hwd. li ser esasê sîyaseta asîmîlasyonê bernedaye û bi hebûna pirsgirêka Kurd wek mezintirîn pirsgirêka sîyasî ya welat îtiraf nekirîye. Şerxwazîya rejîmê berdewam bersivek bûye bi neqşerêya demokratîk û aşîtîxwaz a KODAR û PJAK'ê û dijberîya daxwazên demokratîk ê gelê Kurd.
 - Rejîma heyî stratêjî û bernameyek wê  rêkûpêk ji bo çareserkirina bingehîn a qeyranên civakî, aborî, jîngehî, çandî, îdeolojîk û hwd. nîne û ji bo çareserkirina wan xwe berpirsyar nabîne. 
- Hemû nifşên civakê wek ciwan, jin, karker, karmend û rewşenbîr di qeyranê qelp ê rejîmê de di rewşeke dijwar a ji bo bidestxistina azadîyên xwezayî, ya debaraxwekirinê de giriftar in û daimî tên tepisandin. Di rewşekê de ku divê tekoşîna gîştî ya civakê li ser stûna tevgera ciwanan bi pêş ve biçe, para ciwanan tenê bûye ketina nezaretê û îdam.
- Rejîmê rûyekî leşkerî û şer daye sêzdehemîn dewra hilbijartinê ya serokkomariyê ya meha Hezîrana. Hebûna gel di hilbijartinê wek amûrekî bi kar tînin.

Biryar a gel e

KODAR û PJAK'ê boykotkirin yan jî tevlîbûna li hilbijartina encûmenan bi hêviya gel ve hişt, got, ''Hilbijartinên encûmenan û mijara tevlîbûnê yan jî boykotkirinê, em wek mafekî azad, dispêrin civak û gelê xwe bixwe.''

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.