Pirtûkek nû a çîrokan bi navê “Kulmek ax, dilopek av” ji Weşanên Aramê derket. Pirtûk, pirtûkek kolektÎf e, têde çîrokên gelek kesî hatine weşandin.
Çîroka vê pirtûkê bi vî awayî dest pê dike: “Rojekê mamostê me got; “hevalno, hûnê her yek çîrokekî binivîsînin!” Ewil em hemû heval bi awayekî kelecan hember vê derketin. “Nabe mamoste em hîn nikarin bi kurdî bixwînin, em ê çawa binivîsînin û hwd.” ve me xwest em bi mamoste paş de gav bidin avêtin. Lê me dît ku mamoste jî mîna me kurd e û ji ya xwe danakeve; bi neçarî me pênûs girt û dest bi nivîsê kir. Hin ji me ji çîrokên gelerî sûd wergirtin wekî ji “Hespê Şêx”, “Wesiyet”, “Mêşa Hingivîn”, “Çav Xezal” û hin ji me ji rewşên awarte “Zimên”, hin ji me jî geşedanên rojane “Kulmek Ax û Dilopek Av” li gel van bîranîn “Rûmet û Nifşa Nû” nivîsandin û hinan ji xeyalên sîh salên borî “Deriyê Fediyê” nivîsandin û bi vî awayî pirtûk temam bû.
Dîmenekî sosret derketibû. Me hemû hevalan li hember mamoste helwest nîşan dabû, lê di dawiya heftê de, me tev heval jî çîrokên xwe bi awayekî serkeftî nivîsandibû. Ev yek çawa çêbibû, me jî fam nedikir. Piştî xwendina çîrokan, mamoste jî şaş mabû. Heçkû bendewariya mamoste jî ne di vê astê de bû? Gelo ev çawa wisa bûbû? Çi bûbû wesîle ku heval di nava hefteyekî de serkeftinekî wisa bi dest bixin? Li gorî nêrîna min bersiva vê ‘cewher e.’ Cewhereke pir xurt heye, lê mixabin ji bo ku em vê cewherê neşixulînin, tiralî bikin, sed teqleyan diavêjin…”
Di dawiya vê çîrokê de pirtûka çîrokan "Kulmek ax, dilopek av" di van rojên dawî yên salê de gihîşt ber destên xwendevanan. Di pirtûkê de çîrokên Resûl Çeker, Yilmaz Açikyuz, Ahmet Gezer, Şehmuz Ozsubaşi, Yilmaz Acar, Sefer Baran, Şahin Oncu, Abdullah Aydin, Ferhat Ertunç û Cindî Keskin hatine weşandin.
NAVENDA NÛÇEYAN