Bêyî wêjeyê mirov bi çi heye?

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 31 Kanûn 2024 - 00:59

  • Helbestkar Fatêxan Taşli Tûnç bal bir ser girîngiya ziman û wêjeya Kurdî û got: "Girîngiya ziman û wêjeya Kurdî wek hebûn û tunebûnê ye. Ku ziman û wêjeya te hebe tu xurt î û heyî. Lê ku ziman û wêje tunebe ma mirov bi çi heye?”

ROZA METÎNA / AMED

Helbestkar Fatêxan Taşli Tûnç têkildarî girîngiya ziman û wêjeya Kurdî, pêşketina ziman û wêjeya Kurdî, bandora ziman û wêjeyê ya li ser pêşketina civakê, di warê ziman û wêjeya Kurdî de rola jinan nirxandin kir. Her wiha Fatêxan Taşli Tûnç banga xwedîderketina li ziman û wêjeya Kurdî kir. 

Helbestkar Fatêxan Taşli Tûnç di destpêkê de bal bir ser girîngiya ziman û wêjeya Kurdî û got:"Girîngiya ziman û wêjeya Kurdî wek hebûn û tunebûnê ye. Ku ziman û wêjeya te hebe tu xurt î û heyî. Lê ku ziman û wêje tunebe ma mirov bi çi heye? Wêjeyek û çandek pêşketî ji bo her neteweyekî hîmekî bi kok, bi reh û qewîn e. Netew li ser wî hîmê qewîn dikare bi hêz li ser lingan bisekine û li hember qirkirinê tu car hilneweşe."

Em bi zimanê xwe biaxivin

Fatêxan Taşli Tûnç da zanîn ji bo ziman û wêjeya Kurdî pêş bikeve divê her kes bi zimanê Kurdî biaxive û wiha pê de çû: "Dibe ku ev gelek car hatibe gotin lê dîsa dixwazim li vir jî bêjim divê ya ewil ew be ku em bi zimanê xwe biaxivin. Di şert û mercên îro de bi taybetî jî her hemwelatiyek divê di mala xwe de bi zimanê xwe bipeyive. Ma ne çand û hunera me heta niha dev bi dev, nifş bi nifş gihaye heta roja me. Ev xezîneyek bêhempa ye. Ya niha li me dikeve ew e ku em vê xezîneyê bi awayekî xurtir ji nifşê dû xwe re bihêlin. Em bipeyivin bixwînin, binivîsin, lêkolînê bikin, tiştin bi wendabûnê re rû bi rû mane bidin hev û arşîva xwe çêkin. Divê her kurdek li gorî hêz, zanîn û karîna xwe meşaleya ziman û wêjeya kurdî hilde. Ku mirov xizmeta tiştekî kir illeh wê ew tişt xurt bibe û bi pêş keve."

Ziman û wêje hevdu mezin dikin

Fatêxan Taşli Tûnç bi lêv kir ku ziman û wêje hevdu xwedî dikin û wiha dewam kir:"Hunermendê wêjeyê ziman e jixwe. Ziman û wêje hevdu xwedî dikin. Hevdu dewlemend û xurt dikin. Ziman qels be wêjeyek dewlemend ne mumkun e. Ji hêla din ve ku tu wêjeyek giranbiha dernexî holê ew ê hêdî hêdî ziman jî qels bibe. Yanî em dikarin vê bêjin, di rastiyê de ziman û wêje hevdu mezin dikin. 

Wêjeyê wek mirêka civakê dibînim

Fatêxan Taşli Tûnç a bal kişand ser bandora ziman û wêjeyê ya li ser pêşketina civakê wiha dewam kir: "Wêje û ziman ji zayina mirovan heta mirina wan di nava jiyana wan de cihê sereke digire. Hina di dergûşê de em ji zarokê xwe re lorîkan dibêjin û her tişt bi vê dest pê dike. Dûre çîrok, çîvanok, lîstik, stran, govend û gelek tiştên civakî tên naskirin. Ev jî kesayetiyê dide mirovan. Mirov xwe û adetên xwe, terbiye û edeba civaka xwe hîn dibe. Mirov ji hêla derûnî, ji hêla fikr û ramanê ve xurt dibe. Dikare tiştên nuh û bi hêztir derxe û bike tîrêjek din a ji bona civakê. Her tîrêjek wê ronahiyê zêdetir bike. Ji hêla din ez wêjeyê wek mirêka civakê dibînim. Tu çi bikî di wêjeya te de ew xuya dibe." 

Bi zimanê xwe, xwe binivisînin

Fatêxan Taşli Tûnç li ser pirsa divê kurd têkoşîneke çawa ya li dijî êrişên li ser ziman û wejêya kurdî pêş bixin wiha bersiv da:"Di serîde axaftina bi zimanê xwe, dû re bi nivîsîna zimanê xwe... Divê tu çar dev ji van herdû xalan neyê berdan. Têkoşîna herî baş ew e ku em di malbata xwe de bi zimanê xwe bipeyivin. Ma ne pêşiyên me gotine mal mekteb e. Em dikarin gava ewilî ji wir de bavêjin. Divê wêjevan li wêjeyê û her hemwelatî jî li wêjevanên xwe xwedî derkeve. Mixabin di demên dawî de dîsa êrişên li ser ziman û wejêya me zêde bûne. Hîna çend roj berê dîsa êrîşek birin ser kedkarê ziman û wêjeya Kurdî. Berhem û alavên wan desteser kirin. Helbet ev ne cara yekê ye. Lê divê em dîsa, ji nûve, carek din û her carê îlleh bi zimanê xwe, xwe binivîsin." 

Di parastina ziman de rola jinan 

Fatêxan Taşli Tûnç rola jinan a di warê ziman û wêjeya Kurdî de jî nirxand û got; "Li gorî min heger zimanê Kurdî, tevî ewqas astengiyan, gihaştibe roja iro ev ji jêhatîbûna jinê ye. Di kûrahiya dîrokê de jî ev wisa ye. Dibe ku wêjevanên kurd, ji sedî not mêr bin lê ya ku ziman li ser lingan dihêle esas dayik e. Her wekî ku jina kurd di her warê jiyanê de têkoşer e, wêrek e, di warê ziman û wêjeyê de jî wisa ye. Di warê parastina ziman de jî wisa ye. Em bala xwe didinê di demên dawiyê de jin bêtir li ser ziman û wêjeya Kurdî baldar in. Xwe perwerde dikin. Berhemên hêja dinivîsin. Di warê wêjeyê, çand û hunerê de xwe pêş dixin. Lê ne bes e, divê em di warê wêjekariyê û ziman de bikevin nava tekoşîneke mezin û bêhempa. Bila dost û dijmin bizanibîn ka jina kurd çawa xwedî hêzeke mezin e."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.